Mayayî BZ 2000 û PZ di sedsala 9an da, li erdnîgarîya welatên cihêreng ên ku îro em wekî Meksîko, Guatemala, El Salvador û Honduras nas dikin, berbelav bû. Wan PZ di sedsala 3yem da hemû Başûrê Amerîka hikum kir. Şaristanîya mayayan li sê deveran dabeş dibe: yek: erdên bilind ên jor Guatemala û Chiapas pêk tê, Didu: erdên başûr Petén (Campeche) li Meksîko, Quintana Roo, Guatemala, Belize û El Salvador pêk tê. Sisê jî: erdên bakur jî cihên mayî yên Yucatan û Hills Puuc pêk tîne. Bajarên mezin ên dîrokî ku niha nemane ev in: Tîkal, Palanque û Capan.

Bêjenasî: Bêjeya MAYA tê wateya “mirovên ku xwedê ew hilbijartine”.

Taybetmendîyên Maya çi ne?

Şaristanîya ku mayayan di dîrokê da ava kirine û ji me ra wekî mîrateyekî dîrokî hiştine, ji şaristanîyên cihana kevnar ên wekî Mezopotamya, Misir û Yewnanîstanê ne kêmtir e. Şaristanîya mayayan bi mîmarîya xwe: çanda nivîskî, matematîk, astronomî û çandinî pir pêşketî û hêja ye. UNESCO vî mîrateyî  nas dike û diparêze. Em hemû agahdarî pîramîdên Misrê ne, lê belê mayayan jî di nav daristanên xwe da gelek pîramîd avakiribûn.

Şaristanîya Maya wê demê çawa pîramîdên xwe ava kiribû?

Axên Maya bi piranî avzem bûn. Ji ber vê yekî despêkê ev cî zuha kirin. Piştre li ser axên ku hatine zuhakirin platoyên mezin ava kirin. Li ser wan erdan salname çêkirin û nivîsên xwe pêşxistin. Dema ku ax hate zuhakirin, derîyên çandî heta dawîyê ji civakê ra hatibû vekirin. Perestgehên ku hatibûn çêkirin ji alîyê mîmarî û bedewbûnê ve qet ji Akrapolîs paştir nebû. Ji alîyê bazirganî û çandinî ve şoreşek pêk hat. Ji ber wê sedemê hejmara civakê jî zêde bû. Ew erdên ku hatibûn zuhakirin destpêkê giştî avzem bûn lê piştre li ser wî şaristanîyek ava bû. Şaristanî ji wan ra bû pêşketinek pir mezin ku tu dibêjî qey bi destê Kukulcan1 -xwedayê mayayan- lê ketibû. Yek ji tiştê herî ecêb jî ev e ku bi van berhemên ku mayayan afirandibûn; hertim  arkeolog, fîlozof, antropolog û helbestvan jê matmayî mane. Bi demê ra jî mayayan dev ji bajar û şaristanîya xwe berdan.

Civaka maya ji ber çi dev ji şaristanîya xwe berdan û vegerîyan jîyana xwe ya berê?

Dema ku dîtin bi mezinbûna serjimarîyê, vekirina erdê ji bo çandinîyê, zuhakirina avzeman ku li ser bajar dihatin avakirin, havirdor têk diçe. Di encam da dîtin ku rewş ber bi hilweşîna ekolojîk ve diçe. Biryar dan ku ji nû ve vegerin jîyana xwe ya berê.

Gelo, em jî wekî mayayan dikarin vegerin li nav jîyana ekolojîk?

Îro ne pêkan e civakên cîhanî vegerin li nav daristan, çol û çîyayan. Jixwe em nikarin -bi tevahî- ji berhevdana çandî ya ku me afirandîye dev jê berdin. Lê gengaze ku em li bajarên ku lê dijîn veguherînin û pergaleka ekolojîk, demokratîk, û azadîya jinê diparêze ava bikin. Lê bi çi rengî? Em dikarin çavbirçîbûna xwe -wekî Lavîathan2 her tiştî dixwe, dawîya xwe amade dike- bişkînin. Em dikarin bifikirin ka em dê li bajaran çawa bimînin û şêwazên jîyanekî domdar çawa ava bikin. Em dikarin di navbera çolter û bajaran da pirekê çêkin. Berîya her tiştî, em dikarin fêrbûnên xwe biguherînin. Ji bo ku em vê veguhertinê di bajar da çêbikin. Divê berîya her tiştekî pêwîste texrîbatên ku li hember xwezayê tene kirin werin zanîn. Çi ne ev texrîbat? Endustrîyalîzm, mezinbûna bajaran, valabûna gundan, hilweşandina daristanan û zozanan, serjimarîya bê kontrol, nexweşîyên vegir û hîn nexweşîyên din in. Ji ber van dîyardeyan, ne tenê mirovahî, tevahîya jîyana zîndeweran di bin xeterîyê da ye. Mebesta me ne afirandina pirsgirêkeka nû ye. Mebesta me ev e ku heta niha ji bo ekolojîyê analîz û şîroveyên seresere wêdetir analîzeka rast e. Eger em kapîtalîzmê baş analîz nekin dê dawîya me wekî dînazoran be.

Gelo, sedema krîza ekolojîk pîşesazî ne?

Bê guman bandora pîşesazîyan li ser xwezayê mezin e. Di dawîya sedsala 18an û destpêka sedsala 19an da, pîşesazî li seranserê cîhanê mîna pençeşêrekî belav bû. Pîşesazî -bi rastî- êrîşek li ser ekolojîyê ye. Bandora xwe ne tenê li ser xweza dike. Di nav bajaran da jî civakê wekî pençeşêr dikuje. Lê eger em bibêjin ev tenê sedema krîza ekolojîk e, rast nabe. Dê sedemên din ên kirîza ekolojîk di tariyê da bimînin.

Gelo, sedema krîza ekolojîk teknolojî ye?

Tekçûna hevsengîya di navbera mirovahî û xweza da sedemên teknolojîk hene? Heke em teknolojîyê şîrove bikin, teknolojî bi serê xwe dîyardeyeka notr e. Divê em dema şoreşa neolîtîk jî binêrin. Şoreşa teknolojî di serdema neolotîk da dest pêdike. Lêkolîn û xebatên ku di şûnwaran da tên kirin, vî mijarê zêdetir berbiçav dike. Îcadên ku di serdema neolotîkê da hatine pêşxistin -li gor roja me ya îro- bêhtir in. Gelek vedîtinên serdema ronesansê pêşxistina vedîtinên serdema neolîtîk in. Di serdema ronesansê da -wekî Enkî- zilamên xasûk, yanî burjuvazî nirxên mirovahîyê desteser kirin û xistin bin kontrola xwe. Di BZ 3 hezarî da şerê Enkî û Înanna balkêş e. Enkî 104 me (îcad) yên Înanna bi darêzorê û xasûkî bi dest dixe. Wekî bidestxistina burjuvazî ya serdema ronesansê. Înanna xwezayê temsîl dîke, Enkî jî zilamê serdest û desthilatdar temsîl dike. Di vî mijarê da Rêber Abdullah Ocelan wisa dibêja: Mebest ji “me”yan vedîtinên bingehîn ên şaristanîyê ne. Înanna bi israr tîne ziman ku vedîtin ên xwedawend-dayîkê ne û di van vedîtinan da tu rola xweda Enkî tune ye. Bi zordarî û qurnazîyan jê didize. Hemû hewldanên Înanna ew in ku wê çanda xwedawend-dayîkê ji nû ve bi dest bixe(Abdullah Ocelan, Parastina Gelekî. 2004 Wêşanxaneya Amara, Rojava). Di vî mijarî da em dikarin bêjin: yekem car desthilatên Sumeran teknolojî xist bin kontrola xwe û bikar anî. Sumerîyan çekên pêşketî pêş xistin û dijî gelan bikar anîn.

Ev êrîşên ku dijî gelan hatin kirin, ji me ra qet xerîb nayên. Pir baş tê famkirin ku kahînên sumerîyan hîn jî li me hikum dikin. Wê demê erka me ya herî mezin ev e ku em teknolojîyê di milê çêker da bikar bînin û bixin xizmeta civakan. Krîza ekolojîk bi teknolojîye ve girêdan nêzîkatîyek îdolojîk e. Bi vê ferasetê krîza ekolojîk çareser nabe. Teknolojî notr e. Dikare hem erênî hem jî nerênî were bikaranîn.

Gelo, sedema krîza ekolojîyê zêdebûna şênîyan e?

Sîyaseta aborî, polîtîka bi vî rengî dewam bikê dê karesatên nû rû bidin. Şert û mercên civakê bi vî rengî berdevam bike, serjimarîya mirovan sîstematîk zêde bibe, bi demê ra cîhan û gerdûn dê bixeniqe. Ji niha ve berhemên cîhanê ji % 70ê hatîye tunekirin. Di Sedsala 19an da çolter pêde-pêde vala kirin û hemî kargeh tijî mirov kirin.  Ji ber pêwîstîya ji karkeran ra zêdebûna serjimarîyê bi kêfxweşî hatibû pêşwazîkirin. Hirsa kar ya karsazan bûn sedema hilweşîna exlaqê civakê jî. Kapîtalîzm qadên xwe yên pîşesazîyê berfireh kiriye û gelên bi çandinî re mijûl dibin yên kevneşop ji gundan derxistiye. Ev dibe sedem ku  malbat di mijara zayîna zarokan da nêzîkatîyek bêserûber pêşxistîye.

Li gorî Nazîstan, di sala 1930an da cihû zêde bûn. Li gorî wan ev pirsgirêkek bû û ev pirsgirêk di odeyên gazê da, li Auschwitzê çareser kirin. Li gorî vê yekî kapîtalîzm destûrê dide zêdebûna civakê lê dema xeter jî dît qirkirinê dike. Di derbarê vî mijarî da Rêber Adullah Ocelan dibêje: “Di pêkhatina civaka komin da gotina “komin” ji şêwe zêdetir ji bo cewherê dabaşê ye. Ev yek îspat dike ku civak bi şêweyekî kominî dikare hebûna xwe dewam bike. Wexta civak ji rengê xwe yê komin derkeve, di heman demê da ji civakbûnê derdikeve. Her pêşketina li dijî nirxên komin, bi xwe ra hin nirxên wê jî dibe. Lewra ya rast ev e; mirov jîyana komin wek bingehê jiyanê bibîne” (Abdullah Ocelan, Parastina Gelekî. 2004 Wêşanxaneyê Amara).

Mîna ku faşîzma Alman Ewropa wêran kiriye, dagirkerîya dewleta tirk jî li Rojhilata Navîn vî tiştî dike. Çawa Nazîyan pirsgirêka mezinbûna nifûsê di odeyên gazê da çareser kir, dagirkerên dewleta tirk jî li Cizîrê gelê kurd di bodruman da şewitand. Komkujîyên li Rojhilata Navîn mînaka herî mezin e û ev komkujî her ku diçe mezintir dibin.

Di vî kaosê da ku ji hêla kapîtalîzmê ve hatî afirandin yek jî nexweşîya vegir CORONA vîrus e. Hemû cîhan xistine zindanê. Êdî hemû civak bin tecrîtê da ye.

Ji ber vê yekê pirsgirêk ne navendên tenduristîyê ne. Ev pirsgirêk ev e ku kapîtalîzm û sazîyên wî bi çekên kîmyewî êrîşên xwe yê bîyolojîk didomînin. Êdî em bixwazin nexwazin jî ev vîrus bû çekek bîyolojîk û di nav şerê cîhanê yê 3yem da cîhê xwe girt. Wê demê CORONA çawa derket? Ji bo bersiva vî pirsê hewce nîne mirov bibe efsunkar. Pirsa were pirsîn ev e: kapîtalîzm vî vîrusê çawa bi kar tîne? Dema ku em pirsa duyemîn –kapîtalîzîm vîrusa CORONA çawa bikar tine?- binirxînin, em dê bi rastîyên balkêş ra rû bi rû bimînin.

Berîya ku em zêde dereng nemînin em dikarin ji vê kaosê derkevin. Wekî civakek azadîxwaz, tevgerek ekolojîk em dikarin civaka kominal a hemdem ava bikin. Li ser bingeha rêzgirtina ji bo jîyanê û civakek ku dê bi xwezayê ra hevsengîyekî nû saz bike. Murray Bookchin di debarê vî da dibêje: “Her çalakîyeka ekolojik, çalakîyeka bi bingehîn û civakî ye”. An em dê rasterast biçin bingehên civakî yên krîza ekolojîk an jî wê me têxin serdemek totalîterîzmê. Wekî Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Helwesteka femînîst û ekolojîk wê karibe me bigihîne jîyana civakî ya xwezayî”. Yek ji mijarên sereke divê baş were ravekirin, alternatîfa polîtîk a gelan demokrasî ye. Ev ji bo destnîşankirina çareseriyê girîng e. Globalîzm, piyasa serbest a mal ku wek fetîşîzmekî pêşkêş dike, mîna alternatîfê bi tenê dixemilîne û datîne pêşîya me, ya rastîn bi vê yekê, dizek û desteserkerê berê ye. Em dê jî bi vê zanebûnê, alternatîfa xwe ya demokratîk û ekolojîk hê jî rave bikin û ala jîyana xwe ya nû li ba bikin. Em dê jî xwe di vê paradîgmayê da li ser bingeha rêzgirtina ji bo hemî xweza û zindî rêxistin bikin.

Di sala 2020’an de li Efrînê darên zeytûnan ji aliyê çeteyan ve hatin birîn.

Di roja îroyîn da em jî wekî mayayan, bi felsefe û bîrdozîya Rêber Ocalan dikarin bi awayekî hemdem vegerin hemêza xweza.

Hêviya me ev e ku gelên mîna me kurdan li ser bingehek azadîxwaz û mirovahî xwe bi rêxistin bikin û bi ruhê alîkarîyê bixebitin. Pergala xwe ava bikin û xwe bi xwe rêve bibin.

Jîr Arî

  1. Kukulkan,   Ew xwedayê meran a mîtolojiya Mayan e. Ji nêzîk ve girêdayî Q’uq’umatz, xwedayê gelê K’iche, û Quetzalcoatl mîtolojiya Aztec. ↩︎
  2. Livyatan (bi îbranî: לִוְיָתָן‎, bi romanî: Līvəyāṯān) cinawirê deryayê ye ku di Pirtûka Eyûb, Pirtûka Îşaya û Pirtûka Amos a Tanakh de tê gotin. Livyatan, ku di Pirtûka Eyûb de tê behs kirin, di bin bandora Lotan de bû, cinawirek seretayî ku di mîtolojiya Kenanî ya kevnar de ji hêla xweda Baal Hadad ve têk çû. ↩︎

ÇAVKANÎ

1: Michael D. Coe, The Maya (Ancient Peoples & Places). Xelkê Maya, ( Civaka kevnar û cihê wan) 272 RP, wêşana yekem 1966.
2: Martin, Simon. Ancient Maya Politics: A Political Anthropology of the Classic Period 150–900 CE. Martîn, Sîmon. Siyaseta Maya Ên Kevin: Antropolojiya Siyasî ya Serdema Klasîk 150–900 B.Z.
3: Captivating History. Maya History: A Captivating Guide to the Maya Civilization, Culture, Mythology, and the Maya Peoples’ Impact on Mesoamerican History. Dîroka Maya: Rêbernameyek Balkêş a Şaristaniya Maya, Çand, Mîtolojî, û Bandora Gelên Mayan li ser Dîroka Mezoamerîkî. 02/10/2020
4: Ocelan, Abdullah. Şaristanî: Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên bi Maske. Wêşanxana Şilêr, Qamişlo – Sibat 2018.
5: Ocelan, Abdullah. Şaristaniya Kapîtalîst -Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske.
6: Ocelan, Abdullah. Parastina Gelekî. Wêşanên PAJK.
7: Murray Bookchin, Ekolojik Bir Topluma Doğru. Ayrıntı yayınları.
8: Murray Bookchin, Özgürlüğün Ekolojisi. Ayrıntı yayınları.
9: Samuel N. Kramer. Sümerlerin Kurnaz Tanrısı Enki.

Leave a comment

Trending